Sereke

Piranîya mîna Adirbêcanê dianîye: Ermenîstanê melûmetîyên dijî gotinên azêrîya raber kirine

Li mehkema Organîzeya Netewên Yekbûîye edaletê, Komara  Ermenîstanê melûmetîyên dijî gotinên Adirbêcanê pêşda kişandine.Derheqa wê yekêda wekîlê Ermenîstanyî li mehkema Avropayêye mafên mêriv Yêgîşê Kîrakosyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. Ew dibêje, wekî Adirbêcan dewê ji mehkemê dike ku dijî Ermenîstanê mecalên anegor bidine xebatê.

Yêgîşê Kîrakosyan gotîye, wekî Ermenîstanê pirs bilind kirîye ku Adirbêcan  propaganda dijî ermenîya belav dike, lê pêra jî daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan sirîya xweda gotîye ku Ermenîstan wê yekê dike.

Wekîlê Ermenîstanê derheqa têrîtorîyayên mînkirîda elam kirîye, wekî Adirbêcan dicêribîne hiznekirina dijî ermenîya li hemû cîha bigere.Ewî daye bawarkirinê, wekî Adirbêcan înformasîyayên nerast belav dike, ku li ser sînorên Arsaxê kê mîn danîne.

“Bi seda hezara mîn hema Adirbêcanê destpêka salên 9O-î dianîne û ew mîn li zona dew û doze hukumî li ser hemûya kirine.Welatê min bona  undakirina jîyana her merivekî diêşe, nenihêrî wê yekê ku ew ji çi miletîye. Bi deha sala welatê min cêribandîye paqijkirina wan mîna mîyaserke, lê Adirbêcanê ew mîsîya hûmanîtarî qedexe kirîye, çimkî mîyaserkirên wan xebata bi esilê xweva ermenî bûne. Niha, wextê ku ew meriv ji wandera hatine derxistinê, Adirbêcanê qîmetê paqijkirina mîna nişkva eşkere kirîye”,-Yêgîşê Kîrakosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button