Sereke

Enqere nîşanên êrîşa leşkerîye nû dide kifşê:YPG ji “pevketina” di navbera Rûsîyayê û Tirkîyayêda qezîyayê dibîne

Hêzên Xweparastina Gel /YPG/ ji “pevketina” di navbera Rûsîyayê û Tirkîyayêda qezîyaê dibîne. Derheqa wê yekêda wekîlê YPG-êyî fermî gotîye.

“Tirkîya eskerên xwe li Adirbêcanê, Îraqê û Lîbîyayê cîhwar dike, dicêribîne hidûdên xwe bide berfirehkirinê”,-Nûrî Mehmûd gotîye.

“Li Tirkîyayê gelek krîze hene.Opozîsîya Tirkîyayê û cimeta tirk dixwezin sîstêma li welêt biguhêrin.Êrdogan sîyasîya leşkerî mîyaser dike, bona ku xwe biparêze”,- ewî gotîye. Nûrî Mehmûd bona “bêcabdarîyê” hukumata Sûrîyayê gunehkar kirîye û daye dîyarkirinê, wekî ew anegorî berjewandîyên Îranê û Rûsyayê dişuxule.Ewî daye dîyarkirinê, wekî Enqere û Moskva wê bighîjine “pevketina bi qezîya”, ya mînanî li Efrînê.

“Nava deh salada, wextê şorişa li Rojavayê, me tenê xwe parastîye. Xêncî wê yekê me êrîş nebirîye li ser tu partîyakê”,-Mehmûd gotîye.

Destpêka meha cotmehê hukumata Tirkîyayê elam kirîye, wekî xebatkarên polîsîyayêye li Ezazê bi rokêtê hatine êrîşkirinê.Piştî şêwirdarîya 11-ê cotmehê, Êrdogan îdî gef xwerin û da dîyarkirinê, wekî ewê gavên anegor biavêjin. Piştî elametîya Êrdogan wezîrê Tirkîyayêyî karên der Mêvlût Çaûşoglû  Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî  û Rûsîya gunehkar kirin, ku ew sozên xwe naqedînin: “Têrorîsta êrîşên xwe dane zêdekirinê û em gerekê hemû tiştî hildine destê xwe”,-Çaûşoglû  gotîye.Tirkîyayê sala 2O18-a bajarê kurdayî Efrîn dagir kir. Sala 2O19-a jî  çend bajarên kurdaye mayîn jî dagir kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button