Sereke
Serokê “Rosatom”-êyî sereke wê bona gotûbêjkirina pirsa çêkirina stansîya atomîye nû bê Ermenîstanê
Serokê korporasîya Rûsîyayêye ênêrgîya atomî, “Rosatom”-ê, Alêksêy Lîxaçov dawîya meha mijdarê wê bê Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî Armênprêssê, sêkrêtara wezîreta Ermenîstanêye serkarîkirina têrîtorîya Sona Harûtyûnyanê gotîye.
Bi gotina Harûtyûnyanê, nava rojeva seredanêda wê pirsên dirêjkirina wedê xebata stansîya ermenîye atomî û çêkirina stansîya atomîye nû bêne gotûbêjkirinê.