Sereke

Veşartina Sedem Husêyn: fîlma dokûmêntale derheqa wî merivîda, yê ku dîktatorê Îraqê veşartibû /vîdêyo/

Rêjîsîyorê kurd Helkevt Mistefa fîlmek hazir kirîye, ya ku derheqa wî merivîda tîne ber çeva, yê ku dîktatorê Îraqêyî berê veşartibû.Ev serpêhatî cara ewlin tê gilîkirinê.Piştî 18 sala hatîye ber çeva, ku çawa Sedem Husêyn li provînsîy Salhedînê dîtine.Hatîye dîyarkirinê, wekî ew meriv şofêr, piştmêr, delak, doxtir û hevalê Sedem Husêyn bûye.Navê wî merivî Ala Namîke, yê ku Sedem Husêyn 235 roja binê erdêda veşartibû.

Rêjîsîyorê fîlmê dibêje, wekî Namîk  nedixwest tevî hazirkirina fîlmê bibe, lê bi du qewila: “Yan gerekê tu tiştî nebêje, yan jî gerekê çi ku dibêje bê weşandinê”.

Hazirkirina fîlmê gelekî dijwar bûye û wê yekê deh sala kişandîye.

Fîlm ji alîyê kampanîya norvêcîye sînêmayêye, “Hen”-êda hatîye hazirkirinê, û ji alîyê hukumata Norvêcêda hatîye fînansekirinê. Hîvîyêne,wekî ev fîlm wê sala 2O22-a derê ser êkranê.

https://www.youtube.com/watch?v=SbBAFvEMsgM
Zêdetir nîşan bide
Back to top button