Sereke
Dêlêgasîya parlamênta Kurdistanê bi seredana fermî çûye Romayê

Dêlêgasîya komîtêya parlamênta Herêma Kurdistanêye pirsên fonda û dîyanetê bi dewatkirina fermî çûye Îtalîyayê.
Endamê komîtêya parlamêntê Vaysî Sehîd gotîye Kurdistan 24-ê, wekî li Romayê ew rastî wekîlên serokewezîrê Îtalîyayê û wezîrê karên der hatine.
Wextê hevdîtinê xeberdan derheqa kûlûtra tevayîye li Herêma Kurdistanê, usa jî pircûretîya dîyanetê û kûltûra êtnîkîda çûye. Vaysî Sehîd daye dîyarkirinê, wekî ew jîyana tevayî bi temamî kûltûra cimeta Kurdistanê ye.
Ewî serda zêde kirîye, ku rola parlamênta Kurdistanê jî nava jîyana wanda mezin e û derheqa girîngîya parastina hemû mafên dînî û êtnîkîye li Kurdistanê hatîye gotinê.