Sereke

Rola Tirkîyayêye nava piştgirîya hindava Adirbêcanêda, ya li Qerebagê, ya girîng bûye

Rola Tirkîyayêye nava piştgirîya hindava Adirbêcanê, ya ku ewê nava şerê Qerebagêda daye Adirbêcanê, girîng bûye. Derheqa wê yekêda nava raporta komîsîya Avropayêye derheqa Tirkîyayêda hatîye dîyarkirinê.

Nava encamên wê yekêda heleqetîyên tevî Ermenîstanê normal nebûne”,-nava raportêda hatîye gotinê. Komîsîyayê usa jî bîr anîye, wekî Kanadayê deranîna eşîyayên leşkerî û têknolocîye berbi Tirkîyayê daye sekinandinê, wextê ku îzbat bûye, wekî wextê dew û doza Qerebagê têknolocîyên Kanadayê ji alîyê Adirbêcanêda hatine xebitandinê.

Raportêda usa jî  hatîye gotinê, wekî xebera hiznekirinê, ya dijî netewên kêmjimar, dîsa nava wî halîdane û vandalîzma hindava zyaretên netewên kêmjimar û mexberên wan hatine xirabkirinê, bona çi jî pêwîste lêpirsînê derbazkin.

 Komîsîyayê daye dîyarkirinê, wekî Tirkîya gerekê cedandinên mezin bide xebitandinê ku têrîtorîyayên li ser sînorên tevî Sûrîyayê, Îraqê, Îranê, Ermenîstanê û usa jî nava Tirkîyayêda ji mîna bide paqijkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button