Sereke

Serokwezîrê Ermenîstanê û wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr derheqa pirsgirêka Qerebagêda xeberdane

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar û dêlêgasîya bi serkarîya wî qebûl kirîye. Armênprêssê ragîhandîye, wekî serokwezîr girêdayî aktîvbûna dîyaloga Ermenîstanê  û Yekîtîya Avropayêra razîbûn elam kirîye û gotîye, wekî Ermenîstan pêşkeftina hevkarîya tevî Yekîtîya Avropayê girîng hesab dike.

Wekîlê Yekîtîya Avropayê silavên serokê Şêwira Avropayê Şar Mîşêl gîhandine Paşînyan û gotîye, wekî Yekîtîya Avropayê dixweze hevkarîya tevî Ermenîstanê bide kûrkirinê.

Serokwezîrê Ermenîstanê û wekîlê Yekîtîya Avropayê dora rojeva heleqetîyên dualî fikir pevguhartine.

Xeberdan usa jî derheqa pirsgirêka Qerebagêda û cêrge pirsên herêmîda çûye. Hatîye dîyarkirinê, wekî ew yek girînge, ku şuxulkarîya hevraxeberdanaye nava doranên koma Mînskêda destpêbe.Toyvo Klaar daye dîyarkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê hazire  piştgirîyê bide şuxulkarîya aminayêye li herêmê û atmosifêra dîyalogê, ya ku wê alî çaresekirina aşîtîyê û qewînbûnê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button