Sereke
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û cîgira sêkrêtarê ŞAY gavên nava doranên dîyaloga stratêcîda gotûbêj kirine
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi têlefonê tevî cîgira sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Kêrin Donfrîdê qise kirîye.
Anegorî înformasîya Armênprêssê, ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine, wekî girêdayî dînamîka pêşkeftina dîyaloga ermenîya-amêrîkîyara, alîya razîbûn elam kirine. Ararat Mîrzoyan û Kêrin Donfrîdê pirsên cuda-cuda gotûbêj kirine.
Xeberdan usa jî derheqa pirsên bêqezîyabûna herêmîda çûye. Derheqa girîngîya helkirina pirsgirêka Qerebagêye nava doranên koma Mînskêda hatîye dîyarkirinê.
Anegorî înformasîyayê, Ararat Mîrzoyan usa jî di derbarê dîlên emenîye leşkerî û yên sîvîle ku li Adirbêcanêne, daye dîyarkirinê.