Sereke

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk elam kirine, wekî nava encamê derbgîhandina dirona tirkada li Kobanê sê şerkar bûne cangorî

Sê şerkarên Hêzên Sûrîya Dêmokratîk nava encamê derbgîhandina dirona tirkada li Kobanê bûne cangorî.HSD-ê ew kirina Tirkîyayê gunehkar kirîye.

Roja şemîyê sê şerkarên HSD-ê bona xweqenckirinê çûbûne Kobanê û wextê ku ew ji bajêr derdiketin, dirona tirka derb gîhandîye wan. Derheqa wê yekêda nava elametîya HSD-da hatîye dîyarkirnê.Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mazlûm Ebdî ev êrîş gunehkar kirîye  û nava wê yekêda Tirkîya gunehkar kirîye û gotîye, wekî Tirkîya qayîlnivîsara derheqa agirbestêda diteribîne.

Enqerê ev yek şrove nekirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button