Sereke

Serokwezîr tevî bayloza Fransîyayê rojeva heleqetîyên dualî gotûbêj kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr bayloza Fransîyayêye li Ermenîstanê Ann Lûyo qebûl kirîye. Serokwezîr  bayloza Fransîyayê silav kirîye û bona qulixa wêye nû ew pîroz kirîye.

Wextê hevdîtinê, Nîkol Paşînyan  derheqa rola Fransîyayêye nava hemsedirtîya koma Mînskêda, ya bona hevraxeberdanên bo helkirina pirsgirêka Qerebagê, daye dîyarkirinê.

Bayloza Fransîyayê bona mêvandarîya germ razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê: “Bona Fransîyayê Ermenîstan welatekî bi sirê nîne. Bona min cabdarîke mezine ku ez li Ermenîstanê bayloza Fransîyayême, bi hesabhildana heleqetîyên meye wededirêj û aktîv, usa jî, birêz serokwezîr, pêwandîya Weye şexsîye tevî serokê welatê me”-,Ann Lûyo gotîye û silavên Êmanûêl Makron gîhandine Nîkol Paşînyan.Baylozê daye bawarkirinê, wekî wextê şuxulkarîya xwe ewê hemû tiştî bike ku heleqetîyên di navbera welatada wê bi qewateke nû pêşda herin. Fikir dora heleqetîyên Ermenîstanê û Yektîya Avropayêda jî hatine pevguhartinê.Xêncî wê yekê, alîya usa jî derheqa pirsgirêka Qerebagêda xeberdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button