Sereke
Bayloz: hevkarîya di navbera Kurdistanê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda bona qewînbûna Îraqê ya stratêcî û kardar e

Lîdêrê kurd û serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî baylozê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîyî li Îraqê Mêtyû Tyûlêr û dêlêgasîya bi serkaîya wî li Hewlêrê qebûl kirîye.
Tyûlêrê bayloz Mesûd Barzanî, girêdayî açixîyên partîyayêra, yên wextê hilbijartina destanî, pîroz kirîye. Ewî bi hêvîdarî gotîye, wek encamên hilbijartina wê alî qewînbûn û prosêsa sîyasîye li Îraqê bikin.
Wextê hevdîtinê xeberdan derheqa hilbijartina û sazbûna hukumata Îraqêye nûda çûye.
Bi xeberdana derheqa pêwandîyên dualîda, Tyûlêrê bayloz îzbat kirîye, wekî hevkarî bona qewînbûna Îraqê û temamîya herêmê ya stratêcî û kardar e.
Usa jî hatîye gotinê, wekî qezîya têrorîzmê li Îraqê û li Sûrîyayê hê maye.