Sereke

Bi qîmetkirina hukumatê, avayîçêkirin û senayî wê alî pêşkeftina êkonomîkî bikin

Heger qulixdarîya sala 2O21-ê alî pêşdaçûyîna êkonomîkî kirine, wî çaxî hîvîyêne, wekî sala 2O22-a avayîçêkirin û senayî wê alî pêşkeftina êkonomîkayê bikin. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstnêyî fînansa Tîgran Xaçatryan li parlamêntê gotîye.

Bi qîmetkirinên hukumatê, zêdaya êkonomîka sala 2O21-ê  6,5 selefe, lê 7 selef bona byûcêya sala 2O22-a hatîye danînê.Wezîr gotîye, wekî ew yek bi bilindbûna bahên eşîyava tê rêberkirinê.Wezîr serda zêde kirîye, wekî ew hîvîyêne ku atmosifêra bilindbûna biha wê paşda vegere nava deşta qanûnî.

Bi xeberdana derheqa bilindbûna zêdaya êkonomîkîye sala tê, ewî daye dîyarkirnê, wekî sala tê avayîçêkirin û senayî gerekê piştgirîyê bidine êkonamîka welêt.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button