Bi qîmetkirina Paşînyan, vekirina rêya dikare sîstêma êkonomîka Ermenîstanê bide guhartinê

Nîkol Paşînyanê serokwezîr baware, wekî vekirina rêyên hermêye transprotê û sîstêmên êkonomîkî dikarin halê êkonomîka Ermenîstanê bidine guhartinê. Bi ragîhandina Armênprêssê, Paşînyan derheqa wê yekêda wextê civînên komîsîyayên parlamêntê, gotîye, wextê ku projeya qanûna derheqa byûcêya sala 2O22-da dihate gotûbêjkirinê.
Bi fikira pêşxistina sîstêma bêqezîyabûnê, ewî ne tenê modêrnîzasîyakirina esker girîng hesab kirîye, lê usa jî sazbûna atmosifêra dere dora Ermenîstanê, mîyaserkirina rojeva pêşxistina Arsaxê û herêmê.
“Em wê yekê nava altkirina atmosifêra dijminatîyêye li herêma me dibînin, lê ew yek usa jî nava dasekinandina şuxulkarîya koma Mînskê, vekirina sîstêmên êkonomîkî û transportê tê kifşê”,-Paşînyan gotîye.
Bi gotina wî, ew yek dikare sîstêmên Ermenîstanêye hundur bide pêşxistinê, êkonomîka wededirêj bide çareserkirinê.







