Sereke

Girêdayî undabûn û kuştinên dîlên ermenîra, li Mehkema Avropayêye Mafên Mêriv îşên nû hatine raberkirinê

“Merkeza ermenîye hiqûqîye edaletê û mafên mêriv”, ya ku li Waşîngonê ye, elam kirîye,wekî li mehkema Avropayêye mafên mêriv 16 îşên nû, yên derheqa kuştin û undabûna dîlên ermenîye leşkerîva girêdayîne, hatine raberkirinê. Derheqa wê ykêda ofîsa Data Ermenîye merkezî gotine.

“Ew derheqa 2O merivîdane, yên ku nava dîltîya li Adirbêcanê unda bûne. Merkeza li Waşîngtonê  tevî “Merkeza mafên navnetewî”, ya ku li Yêrêvanê dişuxule, şedetî raber kirine, wekî ew meriv wextê şerê Arsaxêyî sala 2O2O-î, ji alîyê hêzên azêrîyada hatine girtinê, lê ji alîyê Adirbêcanêda înformasîya nehatine belavkirinê. Anegorî konvênsîya avropî ew yek dide kifşê, wekî ew meriv hatine undakirinê û Adirbêcan borcdare wan înformasîya lêpirsîn bike û wana belav bike”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Anegorî mafê navnetewî,  “öndabûna bi mecbûrî”  berdewama xirabkarîya şêr e, çimkî hetanî niha derheqa cîhên wan merivada û yazîya wanda  tu înformasîya nehatine dayînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button