Sereke

Mehkema li Almanîyayê cezayê girtina deh sala daye wê jinê, ya ku zaroka êzdî kuştîye

Jina alman, ya ku îslam qebûl kiribû û çûbû Îraqê ku bighîje koma DAÎŞ-ê ya têrorîstî, li Myûnxênê cezayê girtina 10 sala stendîye. Derheqa wê yekêda ajansa Rûdawê ragîhandîye.

Ew nava wê yekêa tê gunehkarkirinê, wekî tevî mêrê xwe wana zaroka êzdîye pênc salî girtîye, lê paşê ew girêdane û li hewşê hiştine ku ew ji tîbûnê bimire.

Bi wê yekêva tevayî, ew jin bona endamtîya nava DAÎŞ-ê da, bona xirabkarîyên dijî merivatîyê, hatîye gunehkarkirinê. Prêssa almanî daye dîyarkirinê, wekî Cênîfêr V. nava Tirkîyayê û Sûrîyayêra,  sala 2O14-a, derbazî Îraqê bûye. Sala 2O16-a ewê cêribandîye dokûmêntên xwe li baylozxana Almanîyayêye li Enqerê bide nûkirinê û li wir ew  hatîye girtinê, paşê ew şandine Almanîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button