Sereke
Pareskerê pêşmergayî 2O-î wê li nehîyên kurdaye hevraqayîlnekrî bê cîhwarkirinê
Nava elametîya wezîreta pêşmerga da hatîye gotinê,wekî pareskerê hêzên pêşmerga nava teşkîla tevayîda, ya tevî eskerê Îraqê, wê li ser sînorên Mûsilê, Kirkûkê, Maxmûrê û Xaneqînê bê cîhwarkirinê.
Nava nama ji alîyê serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimîda îmzekirî, hatîye gotinê, wekî parsekerê pêşmergayî 2O-î gerekê bikeve bin fermandarîya hêzên Îraqê.
Cîgirê serokê ştaba pêşmerga Qereman Şêx Kemal gotîye Kurdistan 24-ê, wekî pareskerê 2O-î wê nava dorana qayîlîya di navbera wezîreta pêşmerga û eskerê Îraqêda bê cîhwarkirinê.