Sereke

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan bernama hukumata Ermenîstanê raber kirîye

Bi serkarîya cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û koordînatorê Organîzeya Netewên Yekbûyî Şombî Şarp li hukumatê nava doranên koordînasîyakirina hevkarîya tevî hevalkarên piştgirên Ermenîstanê hevdîtina bi sirê derbaz bûye. Tevî wê hevdîtinê bûne baylozên cêrge wan welata, yên ku bernamên piştgirîyê mîyaser dikin, û serokên wekîltîyên teşkîletên navnetewîye li Ermenîstanêne.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî piştî sazbûna hukumatê eva gotûbêjkirina ewline wekî Mhêr Grîgoyanê cîgirê serokwezîr, bernama hukumatê raber kirîye. Cîgirê serokwezîr gotîye, wekî nava cêrge govekada îdî hevkarî heye, li ser hîmê kîjanê dikarin dorana bernamên tevayî bidine kûrkirinê û berfirehkirinê.

Wextê hevdîtinê, wezîrê fînansa Tîgran Xaçatryan alîyên sîyasîya hukumatê raber kirine.

Hevkarên navnetewî derbazkirina gotûbêjkirinên vî cûreyî bilind qîmet kirine û hevdîtin bi dayîna pirsa û dayîna bersiva berdewam kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button