Sereke

Hukumat pêşnîyar dike ku wedê lênihêrandina elametîyên derheqa stendina welatvînîya Ermenîstanê bide kurtkirinê

Hukumat pêşnîyar dike ku wedê lênihêrandina elametîyên derheqa stendina welatvînîya Ermenîstanê bide kurtkirinê, dewsa şeş meha bighînine 9O rojên xebatê. Derheqa wê yekêda, wextê gotûbêjkirina qanûna “Derheqa welatvînîya Komara Ermenîstanêda”, cîgirê serokê polîsîya Ermenîstanê Ara Fîdanyan gotîye.

Bi gotitna wî, serwêrtî pêşnîyar dike qanûnên nû bike nava prînsîpên stendin û sekinandina welatvînîya Ermenîstanê.

“Anegorî  projeyê, têra tê dîtinê guhartinê bikine nava wedê stendina welatvînîyê. Tê pêşnîyarkirinê ku dewsa şeş meha 9O rojên xebatê  pêşda bikişînin. Anegorî wê yekê, tê pêşnîyarkirinê ku li baylozxanên Ermenîstanêye li welatên der û li konsûlxana bikaribin welatvînîya Ermenîstanê bistînin”,- Fîdanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button