Sereke

Îraqê elam kirîye, wekî ji 37 hezarî zêdetir malbetên mihacir hê li qampên Kurdistanêne

Wezîreta Îraqêye mîgrasîyayê elam kirîye, wekî li qampên Herêma Kurdistanê hetanî niha ji 37 OOO–î zêdetir malbetên mihacir mane. Borcbirê wezîrê mîgrasîyayê Kerîm Nûrî nava elameîtya xweda daye dîyarkirinê, wekî 39 214 malbetên mihacira niha li qampên li Herêma Kurdistanê û li provînsîyayên Anbarê û Nînêvîyayêne.Ewî daye zelalkirinê, wekî 37 113 malbet, 165 952 meriv, hê li qampên Herêma Kurdistanêne.

Hetanî niha hukumata fêdêral alî kirîye, ku 134 OOO malbet paşda vegerine cîh û warên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button