Sereke

Wezîreta Rûsîyayêye karên der: Moskva bi optîmîstî pêrspêktîvên învêstîsîyayên li Ermenîstanê qîmet dike

Moskva bi optîmîstî pêrspêktîvên învêstîsîyayên li Ermenîstanê, yên nava êkonomîkayêda, qîmet dike.Wextê hevpeyvîna tevî RÎA Novostîyê, fikira wî cûreyî cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Andrêy Rûdênko elam kirîye.

Pêrspêktîvên hevkarîya meye êkonomîkî xirab nînin.Em bi optîmîstî dîna xwe didine wan pêrspêktîva û em difikirin, wekî li Ermenîstanê cêrge govek hene, yên ku bona învêstorên rûs, nava wanda yên mezin jî, balkêşin”,-Rûdênko gotîye.

Hê pêşda cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî pêşkeftina êkonomîkî Dmîtrî Volvaç gotibû, wekî învêstîsîyayên rûsîye li Ermenîstanê dighîjine du mîlîyard 2OO mîlîyon dolarî û ewê zûtirekê bi mîlîyardek dolarî jî zêdebin. Ewî daye zelalkirinê, wekî ew mecal wê li ser govekên ênêrgêtîkayê, sîstêmên cuda û transportê bêne xebitandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button