Sereke

Cîgira alîkarê sêkrêtarê ŞAY-yî dewletê elam kirîye, wekî Amêrîka Kurdistanê “qewîn “ dike

Cîgira alîkarê sêkrêtarê  ŞAY-yî dewletê, ya alîyê pirsên Îranê û Îraqê, Cênîfêr  Gavîtoyê  elam kirîye, wekî  Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bi pêrspêktîva wededirêj li Îraqêye. Wekîla fermî derheqa wê yekêda, wextê forûmê gotîye, ya înstîtûta lêkolînên Rojhilata Navîne li Hewlêrê.Ewê daye dîyarkirinê, wekî bi hesabhildana halê li Afganistanê, meriv nerihetin û bo wê yekê jî pêwîste meriv bêje ku Îraq ne Afganistane. Ew bi pêrspêktîva wededirêj li Îraqêne.

“Em bona heleqetîyên stratêcî dişuxulin û dicedînin ew yek li ser hîmê qewînbûnê û bêqezîyabûna Rojhilata Navîn bên pêşxistinê. Ewê daye dîyarkirinê, wekî qewînbûna li Îraqê bona qewînbûna temamîya Rojhilata Navîn girînge.

Gavîtoyê usa jî daye dîyarkirinê, wekî Ştatên Yekbûyî tevî hukumata Îraqê, hukumata Herêma Kurdistanê û cimeta Îraqê hevkarîyê  dike. Bi wê yekêva tevayî Ştatên Yekbûyî beşeke koalîsîyona dijî DAÎŞ-ê ye.

“Em ne li ser wê tabîyêne ku ji borcdarîyên xweye li ber cimeta Kurdistana Îraqê paşda bisekinin.Em învêstîsîyayên xweye li vir dubare dikin”,-ewê gotîye.Gavîtoyê usa jî serda zêde kirîye, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî her roj bi hazirîya xwe dixebitin bona ku Kurdistana Îraqê qewînbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button