Sereke
Koma ku berjewandîyên Ermenîstanê li mehkema Organîzeya Netewên Yekbûyî raber dike, ji alîyê profêsîyonalîyê û fikirdarîyêda erza qewat raber kirîye: Mîrzoyan
Koma ku berjewandîyên Ermenîstanê li mehkema Organîzeya Netewên Yekbûyî raber dike, ji alîyê profêsîyonalîyê û fikirdarîyêda erza qewat dijî Adirbêcanê raber kirîye. Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye. Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî ew şuxulkarî bi rastî girînge.Ewî derheqa wê şuxulkarîyêda şirovekirin nedane û serda zêde kirîye, wekî derheqa birîyarêda wê meha mijdarêda eyanbe.