SerekeSîyasî

Bayloz: Rûsîya “dîyaloga sîyasîye baş”, tevî serokatîya Kurdistanê derbaz dike

Rûsîya “dîyaloga sîyasîye baş tevî serokatîya kurda ”, derbas dike.Derheqa wê yekêda baylozê Rûsîyayêyî li Îraqê Êlbûrs Kûtraşêv wextê hevpeyvîna tevî Kurdistan 24-ê gotîye.

“Pêwandîyên meye baş tevî Kurdistana Îraqê hene”,- Kûtraşêv gotîye. “Em pêwandîyên tevî vê beşa Îraqê çawa beşa girîng hesab dikin, bi hesabhildana sîyasîya tomerîye li Îraqê. Li Kurdistanê pêwandîyên hûmanîtarîye tevî kurda hebûne, yên ku dighîjine salên 4O-î. Rûsîyayê pêwandîyên sîyasîye six ji sala 2OO3-da tevî Kurdistanê îzbat kirine.Nava van salên dawîda, di navbera Hewlêrê û Moskvayêda pêwandî qewîn bûne”,- Kûtraşêv gotîye. Baylozê Rûsîyayê usa jî bi hêvîdarî gotîye, wekî kurdên Sûrîyayê jî û hukumata Sûrîyayê wê bikaribin bighîjine hevraqayîlbûnê. Ewî daye dîyarkirinê, wekî tunebûna wan pêwandîya rûyê tunebûna cêribandina dîyalogêda ye. Ewî serda zêde kirîye,wekî hê eyan nîne ku ew prosês wê kengê bi açixî ser hevda bê, lê pêwîst e ku hevraxeberdan berdewam bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button