CivakSereke

Bi femdarîya me, nêzîkbûn usa ye, wekî hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz wê hê dirêj bimînin: sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê

Her nevsekî Ermenîstanêyî derecebilind tevî hevalkarê xweyî ji Rûsîyayê wan pirsa gotûbêj dike û bi femdarîya me nêzîkbûn usa ye, wekî hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz wê diha dirêj li Arsaxê bimînin. Derheqa wê yekêda, piştî civîna hukumatê, sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan gotîye.

Bi gotina wî, hîmê  fikirdarîya wî cûreyî ew sîstêm didin, yên ku bona hêzên aşîtîparêze li Arsaxê tên sazkirinê.

Çawa bersiva wê pirsê ku Ermenîstanê bêyî Rûsîyayê bikaribe Arsaxê biparêze, sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê gotîye: “Em niha wê yekê gotûbêj dikin, bona ku pirsa bêqezîyabûna tevayî hel bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button