
Cîgirê wekîlê Çînistanêyî li Organîzeya Netewên Yekbûyî Gên Şûan opêrasîyonên Tirkîyayêye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê çawa yên neqanûnî nav kirine û Enqere bona wê yekê gunehkar kirîye, wekî ew nahêlin ku av here bighîje binelîyên li bakûrê Sûrîyayê.
”Dereca ava çemê Firat nimiz bûye û xebata stansîya avêye Alûkê gelek cara teribîye, rûyê çida dijwarî pêşda hatine ku bi avêva bidine razîkirinê”,- Gên Şûan gotîye.
”Ji wî çaxîda, çawa ku Tirkîyayê li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê opêrasîyonên neqanûnî destpê kirin, ewê pêşîya dayîna ava stansîya Alûkê girtîye û bona bi hezara binelîyên edil dijwarî pêşda anîne”,- ewî gotîye. Şûanê bayloz usa jî daye dîyarkirinê, wekî Çînistan bangî Tirkîyayê dike ku ew mafê navnetewî xweyke, nava wêda usa jî mafê hûmanîtarî, mafê binelîyên edil biparêze, strûktûrayên anegor xweyke û garantîya Organîzeya Netewên Yekbûyîye bona alîkarîya hûmanîtarî bide.