Sereke
Parêzerê Ermenîstnêyî mafên mêriv melûmetîyên derheqa cîhwarbûna hêzên azêrîyaye bi neqanûnî, yên li qeza Gêxarkûnîkê, belav kirine
Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan melûmetîyên derheqa cîhwarbûna hêzên azêrîyaye bi neqanûnî, yên li qeza Gêxarkûnîkê, belav kirine.Hatîye dîyarkirinê, wekî li wan cîha xebatên bona qewînkirina tabîya hatine mîyaserkirinê.
“Rûyê kirinên wane xirabda û hazirîya wanda hevaltîya Ermenîstanêye bîznêsê nikare erdê xweyî 2OO hêktarê bide xebatê, li ser kîjanî ewê tişt çê kirine, û rûyê wê yekêda zîyana wê hevaltîyê gihîştîye pênc mîlîyon dolarî “ ,-Tatoyan gotîye.
Rûyê cîhwarbûna azêrîyaye neqanûnîda, binelîyên sîvîl bona qulixçîyên azêrîya bûne nîşangeh û rûyê agirkirinada jîyana merivaye edil hatîye teribandinê.Tatoyan daye dîyarkirinê, wekî van melûmetîya ewê bişînine organên navnetewîye anegor.