CivakSereke

Hevaltîya avîyasîyone nû nava sûka ermenîda: Flyone Armenia -ê li Ermenîstanê nasnama bona xebitandina teyara stendîye

27-ê cotmehê komîtêya Ermenîstanêye avîyasîya sîvîl nasnama bona xebitandina teyara  daye  Flyone Armenia-ê. Ev hevaltîya avîyasîyon bûye opêratora miletîyê, û zûtirekê wê hazir bibe ku firînên xweye ewlin destpê bike. Dayîna vê nasnamê wê mecalê bide  Flyone Armenia-ê ku hemû tiştî bike, bo ku pêşeroja nêzîkda welatîyên  Ermenîstanê bikaribin bi bahên normal herine Avropayê û Asîyayê.

Hetanî niha hevaltîyê ji 6O mîlîyon yûroyî zêdetir kirîye nava sûka ermenî. Parka  hevaltîyêye teyara  ji ayrobûsên A32O e, yên anegorî normên navnetewî. Teyarên hevaltîyê wê firînên  berbi Moskvayê, Têhranê, Lîyonê, Kûtayîsîyê, Damişqê, Krasnodarê, Parîzê, Stembolê û Têl Avîvê mîyaserke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button