Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan rastî endamên merkeza amêrîkîye şirovekirina, “Şêwira Atlantîyê” /Atlantic Council /, hatîye.
Ev merkez nava pêwandîyên navnetewîda merkeza şirovekirinaye profêsîoynale, ya ku sala 1961-ê hatîye damezirandinê. Ji wê rojêda hetanî niha ew şêwir bernamên cûre-cûre mîyaser dike, meremê kîjana ew e ku pirsgirêkên sîyasîye navnetewî, êkonomîkî û bêqezîyabûnê gotûbêj bike û lêkolîn bike. Pêşîya hatina li Ermenîstanê, endamên merkezê çûne Adirbêcanê û Gurcistanê. Meremê seredana li herêmê ew e, ku li van welata dîna xwe bidine şuxulkarîya înstîtûtên dêmokrasî û sedemên bûyarên herêmî fem bikin.
Tevbûyên hevdîtinê derheqa şerê Qerebagêyî 44 rojeda pirs dane Armên Sargsyanê serokkomar. Xeberdan usa jî derheha dîlên ermenîye leşkerîda çûye.