SerekeSîyasî

Sûrîyayê elam kirîye, wekî opêrasîyonên Tirkîyayê rêzolyûsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî diteribînin

Hukumata Sûrîyayê pêşnîyara parlamênta tirka gunehkar kirîye, anegorî kîjanê eskerê tirka dikarin  opêrasîyonên xweye li Îraqê û Sûrîyayê bidine berfirehkirinê.

Wekîlê wezîreta karên der daye dîyarkirinê, wekî hukumata tirka bona qezîya raste-rast û bêqezîyabûna temamîya herêmê, usa jî li temamîya dinîyayê bûye qezîya, çimkî Tirkîya dîsa derbên leşkerî dighîne têrîtoîyayên Sûrîyayê, bi kîjana ew rêzolyûsîyayên şêwira Organîzeya Netewên Yekbûîye bêqezîyabûnê diteribîne.

Hukumata Sûrîyayê usa jî şêwira organîzeyêye bêqezîyabûnê gunehkar kirîye, wekî ew bêdeng e, rûyê çida rêjîma tirka dijî Sûrîyayê agrêsîyayê mîyaser dike û têrîtorîyayên wê dagir dike û pêra jî guhartinên dêmografîk mîyaser dike.

Nevsê derecebilind usa jî Tirkîya nava wê yekêda gunehkar kirîye ku ew piştgirîyê dide komên têrorîstî. Hatîye gotinê, wekî Sûrîya wê extîyarîyê li pêşîya xwe dihêle, ku ew teribandina serbixwetîya xwe biparêze.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button