CivakSereke

Wezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayêye karên der pirsên paşdavegerandina dîla û pevguhartina xerîta gotûbêj kirine

Wezîrên  Ermenîstanê û Rûsîyayêye karên der, Ararat Mîrzoyan û Sêrgêy Lavrov, wextê qisa bi têlefonê derheqa dokûmênta sêalîye 9-ê mijdara sala 2O2O-î îmzekirî, usa jî derheqa opêrasîyonên leşkerîye li zona dew û doza Qerebagê, gotûbêj kirine. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Rûsîyayêye karên der elam kirine.

Guhdarîya mexsûs hatîye danînê li ser pirsên pêşkeftina nava karê hûmanîtarîda, paşdavegerandina merivên dîlketî, pevguhartina  xerîtên têrîtorîyayên mînkirî û xweykirina mîrata ruhanî-çandî.

Xeberdan usa jî derheqa halê sertî li ser sînorên ermenîya-azêrîya, vekirina rêyên transportê û ekonomîkî, sazkirina atmosifêra kardare bona hevkarîya herêmî çûye. Derheqa pirsên hevkarîya ermenîa-rûsada jî hatîye dîyarkirinê.

Wezîrên herdu welata usa jî pirsên navnetewî û herêmî gotûbêj kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button