Endamê Partîya Yekîtîya Dêmokratîk /PYD/ Aldar Xelîl hazirîya derheqa wê yekêda elam kirîye, ku ew hazirin raste-rast tevî rêjîma Esed bikevine nava hevraxeberdana û bang kirîye ku gerekê dîyalogê, ya girêdayî rêzolyûsîya Şêwira Bêqezîyabûnêye 2254-re, ji Cênêvayê derbazî Damişqa Sûrîyayê bikin. Elametîya Aldar Xelîl piştî çend roja, piştî elametîya serokê Şêwira KCK-ê Cemîl Bayîk, hatîye kirinê. Cemîl Bayîk gotibû, wekî partîya wî nikare dijî serokê Sûrîyayê Başar Al Esed derbikeve.
“Em gerekê formateke başqe bifikirin, nava kîjanêda qirara xwe gerekê tevî rêjîmê gotûbêj bikin, lê ne ku li Cênêvayê, lê li Damişqê”,-ewî gotîye.