SerekeSîyasî

Binelîyên Rojavayê Rûsîyayê û ŞAY, bona bêdengîya hindava gefxwerinên Tirkîyayê, gunehkar dikin

Li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê /Rojavayê/ binelîyên cîh Rûsîyayê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî gunehkar dikin, yên ku garantên xweykirina agirbestêne, çimkî pêşîya gefxwernên tirkaye hindava kurdada ew bêdengin.

“Ew li vir kîsî me bîznêsê dikin.Bona me hêvîdarî tune.Tirkîya, Rûsîya û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî kîsî kurda peyî berjewandîyên xwe diçin”,-binelîyê Qamişloyê Fexrî Ferxo gotîye têlêvîzîyona Rudawê.

Moskvayê û Waşîngtonê qayîlnivîsar îmze kirine, ya derheqa agirbestêda, bona ku agrêsîya tirkaye ser Rojavayê bisekine. Niha Tirkîya careke mayîn gefa duxwe.“Rûsîya û Ştatên Yekbûyî berjewandîyên xwe ji yên kurda bilindtir digrin. Ew dibêjin ku wê êrîşkin, lê ez nafikirim, wekî ew yek wê bibe. Rûsîyayê teyarên xweye leşkerî şandine firegeha Qamişloyê. Xwedê bike ku tu tişt neqewime”,-Hîcar Derwêşê binelîyê Qamişloyê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button