
Kanîya kurdîye înformasîyone ji Sûrîyayê elam kirîye, wekî di navbera Rûsîyayê û hêzên Sûrîya Dêmokratîkda hevraxeberdan derbaz dibin ku hêzên Sûrîya Dêmokratîk komên xwe 32 kîlomêtra dûrî sînorê Sûrîyayê û Tirkîyayê paşda bibin, ji rêya M4-ê berbi başûr, û vê nehîyê teslîmî rêjîma Sûrîyayê bikin bona ku êrîşa tirka neqewime. Hatîye dîyarkirinê, wekî heger hêzên Sûrîya Dêmokratîk ji vê nehîyê pareskerên xwe dûr bixin, rêjîma Sûrîyayê wê li wan nehîya, pêşberî eskerê tirka, eskerê xwe cîhwar bike, li nehîyên Têl Temirê û Ayn Îsayê. Alîyê rûsa pêşnîyar dike ku wî cûreyî bê kirinê, bona ku opêrasîyonên mezin li bakûrê welêt neqewimin.







