SerekeSîyasî

Satanovskîyê rojhilatzan gotîye, wekî Tirkîya xwe bona derbgîhandina leşkerîye dijî kurdên Sûrîyayê hazir dike

Rojhilatzan û êkonomîstê Rûsîyayê Yêvgênî Satanovskî elametîya serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan şirove kirîye, bi kîjanê Êrdogan gotîye wekî piştgirîya Ştatên Yekbûyîye hindava kurdada zeyîf  bûye. Ajansa SM-News-ê ragîhandîye,wekî Enqere du opêrasîyona hazir dike û menîyê digre ku giva pêwîst e  ku ew li ber kurda ber xwe bidin, yên ku ji alîyê Waşîngtonêda tên piştgirtinê.

“Eyan dibe, wekî kurd wê nêzîkî sînorê tirka nebin û serbara  serda jî ew li wir dijîn. Bi gilîkî evana kurdên Sûrîyayêne”,-Satanovskî gotîye.

Rojhilatzan daye dîyarkirinê, wekî Tirkîyayê elam kirîye ku wê derba bighîne her cîhekî kurda, hema li wan dera jî, li kîderê ala Rûsîyayê dardakirî ye.Ewî gotîye, wekî nenihêrî wê yekê ku tevî Tirkîyayê heleqetîyên bîznêsê hene, lê ew yek nehatîye bîrkirinê, wekî şeş sal pêşda Tirkîyayê teyara Rûsîyayêye leşkerî xist.

Ji wî çaxîda hetanî niha şeş sal derbaz bûne û bila tu kes nefikire ku ew hatîye bîrkirinê. Femdarîye ku kî bîznêsê tevî Tirkîyayê mîyaser dike ew yek bîr kirine”,-rojhilatzan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button