CivakSereke

Serokwezîr wezîrê Gurcistanêyî parastinê qebûl kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wezîrê Gurcistanêyî parastinê Cûanşêr Bûrçûlazê qebûl kirîye.

Bi silavkirina mêvan, serokwezîr gotîye: “Ez gerekê bi şabûn bidime kifşê, wekî nava heleqetîyên Ermenîstanê û Gurcistanêda dînamîka gelekî bilind heye û ez usa jî şame,wekî ew dînamîka bi  seredana wezîrê parastinê qewîn dibe.Em hewaskarin ku nava hemû govekada hevkarîya me kûr bibe û heleqetîyên meye biratîyê pêşda herin. Seredanên vî cûreyî gelekî girîngin. Ez careke mayîn We silav dikim“.

Bi elamkirina razalixîyê bona qebûlkirinê, wezîrê Gurcistanêyî parastinê gotîye: “Bona min qedirekî mezine ku rastî merivekî  mînanî We têm. Pêşda ez cîgirê wezîrê parastinê bûm, paşê ew wezîr bû serokwezîr û ez niha şame wekî heleqetîyên Weye tevî wî hîmê baş bona berdewamkirina hevkarîyê saz kirine.Seredana min berdewama hevkarîyê ye û ewê her dem berdewam bibe.Ez careke mayîn razalixîyê elam dikim”.

Nîkol Paşînyan hîvî kirîye ku silavên germ bighîne Îraklî Garîbaşvîlî û daye dîyarkirinê, wekî dîyaloga tevî hukumatê li  ser aminaya dualî hatîye hîmdanînê.

Cûanşêr Bûrçûlazê jî hevkarîya tevî wezîreta parastinê çawa ya kardar qîmet kirîye.Wextê hevdîtinê fikir dora qewînbûna hevkarîya nava goveka parastinêda û pirsên rêgîyonê hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button