CivakSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der cîgira sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîyî dewletê qebûl kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan cîgira sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîyî dewletê Êrîka Olson qebûl kirîye. Mîrzoyanê wezîr Êrîka Olson pîroz kirîye û nava qulixa nûda açixî jêra xwestine.

Wextê hevdîtinê pirsên heleqetîyên dualî hatine gotûbêjkirinê. Xeberdan usa jî  dora pirsên bêqezîyabûna herêmê û qewînbûnêda çûye. Hatîye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku nava doranên mandata koma Mînskêda pirsgirêka Qerebagê bê helkirinê û wî alîda hevdîtina meha îlonêye li Nyû Yorkê girîng hatîye hesabkirinê.

Halê hûmanîtarî, yê ku rûyê agrêsîya Adirbêcanêye dijî Arsaxê pêşda hatîye, hatîye gotûbêjkirinê. Nava wê hemtêkstêda Mîrzoyanê wezîr derheqa pêwîstîya paşdavegerandina dîlên ermenîda û derheqa girîngîya xweykirina mîrata ermenîye çandî-dîrokîye li Arsaxê xeberdaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button