H’emû nûçeSereke
Ala sêrengê dîtine û dane xebera: Dîyana Martîrosyana ermenî li Moskvayê sê mêrên azêrî xistîye
Li Moskvayê bûyarek qewimîye, girêdayî keçeke ermenîra. Navê wê Dîyana Martîrosyan e, ya ku 23 salîy e û ew sporta şerê bêqanûna va mijûl dibe. Neh medal û gelek hurmetnamên wê hene.Ew bûyar stansîyake Moskvayêye mêtroyê qewimîye.
Dîyana ji sera sportê paşda vedigere malê, li ser kincên wê ala Ermenîstanêye sêrengê hebûye. Sê azêrîyên serxweş /23 salî, 19 û 24 salî/ ala sêrengê dibînin û destpê dikin bidine xebera. Piştî wê yekê, Dîyana hersê azêrîya jî dixe. Ev hersê azêrî cîguhastî xestexana nêzîk kirine. Li cem yê 23 salî birînên cûre-cûre hebûne: poz û çena wî şikestî bûne, lê yên mayîn alîkarîya doxtirîyê stendine û ji xestexanê derketine.