SerekeSîyasî

Lîdêrê partîya Tirkîyayêye opozîsîyon girtina Salhedîn Dêmîrtaş û Osman Kavala çawa gavên ne heq nav kirîye

Lîdêrê partîya Tirkîyayêye opozîsîyon Kemal Kiliçdaroglû elam kirîye, wekî Salhedîn Dêmîrtaş bi neheqî hebsêda tê xweykirinê.

Wextê axaftina xweye li civîna partîyayê, Kiliçdaroglû  usa jî girtina Osman Kavala gunehkar kirîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew gerekê pêşîya neheqîyê bigrin.

Kiliçdaroglû daye dîyarkirinê, ku heger ev herdu girtî welatîyên Amêrîkayê bûna, wî çaxî bi axaftineke têlefonê ewê aza bihatana berdanê.

“ Girtina wan ne ya heq e, çimkî dêmokratîya dewa wê yekê dike”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button