H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê û serokê mîsîya fonda navnetewîye li Ermenîstanê rojeva hevkarîyê gotûbêj kirine

Nîkol Paşînyanê serokwezîr serokê mîsîya fonda navnetewîye li Ermenîstnê Natan Portêr qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê usa jî wekîlê fondêyî hertimîyî li Ermenîstanê Mehdî Raîs hazir bûye.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî serokwezîr hevkarîya hukumata Ermenîstanê û ya banka merkezîye tevî fonda navnetewî bilind qîmet kirîye.

Natan Portêr bona wê yekê razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî sîstêma wan girîngîyê dide hevkarîya tevî Ermenîstanê û hazire wê hevkarîyê bide berfirehkirnê. Ewî usa jî gotîye, wekî fonda navnetewî wê piştgirîya hindava rojeva werguhastinên hukumata Ermenîstanê berdewam bike.

Derheqa bernamên cuda-cuda da bi hûrgilî hatîye dîyarkirinê.Hatîye gotinê, wekî alî pevketine ku hevkarîya kardar berdewam bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button