SerekeSîyasî

Baylozê Rûsîyayêyî li Îraqê: emê hemû cedandina bidine xebatê ku îzina êrîşa Tirkîyayêye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê nedin

Baylozê Rûsîyayêyî li Îraqê Êlbrûs Kûtraşêv elam kirîye, wekî welatê wî hemû tiştî dike ku îzina êrîşa Tirkîyayêye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê /Rojavayê/ nede.

“Em hemû cedandina didine xebatê, bona ku êrîşa Tirkîyayêye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê bidine sekinandinê, çimkî em wê yekê çawa tiştekî bi qezîya hesab dikin”,-bayloz gotîye. Êlbrûs Kûtraşêv daye dîyarkirnê, wekî diqewime meremê Tirkîyayê heye opêrasîyona leşkerîye nû dijî Kurdistana Sûrîyayê destpê bike. “Tabîya me eyane, ew yek girîng nîne ku ewê li Sûrîyayê, Îraqê yan jî welatekî mayîn bibe, em dijî tevbûna ji derin”,-Kûtraşêv gotîye.

Ewî guhartina dêmografîya li herêma Efrînê, çawa “wêranbûn” hesab kirîye û gotîye: “Behsên ji van nehîya û înformasîyayên ji kurdên Sûryayê stendî didine kifşê, wekî li wir guhartinên dêmografîk hindava binelîyên kurd hatine kirinê.Ez vê yekê çawa wêranbûn nav dikim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button