H’emû nûçeSereke

Alîyê rûsa berbi wê yekê nacedîne ku bona hevdîtinên Ermenîstanê û Adirbêcanê bibe monopolîst

Meremê Rûsîyayê tune, ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, bona kontaktên wan, mafê cuda dest bîne.Çawa ku asanja TASS-ê elam kirîye, derheqa wê yekêda nava elametîya wezîreta Rûsîyayêye karên derda, ya girêdayî yeksalîya îmzekirina elametîya sêalîra, ya 9-ê mijdara sala 2O2O-î, ya ku di navbera serokên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanêda hatîye îmzekirinê.

“Alîyê rûsa berbi wê yekê nacedîne ku nava kontaktên Ermenîstanê û Adirbêcanêda monopolîyayê dest bîne, nenihêrî wê yekê,wekî di navbera wan welata û cimetada dostîya wededirêj û six heye, nava hemû govekada hevkarîya berfireh heye.Em bona kara xebitandina potênsîyala civaka navnetewîye heyî pêşda tên, bi hesabhildana guhartinên li herêmê”,-dokûmêntêda hatîye gotinê.

Anegorî înformasîya ajansa TASS-ê, qulixdarîya dîplomatîk guhdarî teglîfî li ser wê yekê kirîye, wekî salek îdî ji wê elametîya sêalîye îmzekirî derbaz bûye û niha meriv dikare rihet ew înformasîyayên neraste nava malperên sosîyalî înkar bike, wekî cedandinên aîtîparêzên rûs bona wê yekê bûn, ku “Qerebagê didine qetandinê”, “teslîmî” Adirbêcanê dikin, Ermenîstanê werguhêzî “protêktoratê” dikin.

“Elametîyên vî cûreyî yên popûlîstîne, ew bona meremên der qulix dikin û rastîyêva girêdayî nînin”,- wezîreta Rûsîyayêye karên der daye dîyarkirinê.

Anegorî elametîya wezîretê, hemû dokûmêntên sêalîye têradîtî û usa jî mêxanîzm bona alîya borcdar nekirine, lê ew yek li ser  balansa berjewandîya hatîye hîmdanînê, ya ku nêzîkbûna qedirgirtinêye hindava serbixwetîya Yêrêvanê û Bekûyê têra hatîye dîtinê.

“Mera li  hev nehatîye dora cêrge înîsîyatîva bighjine qayîlîyê, û ew yek tiştekî normale. Feqet qayîlîya îzbatkirî bi dijwarîya hatîye destanînê û ew bi praktîkî tê mîyaserkirinê”,-nava elametîya wezîretêda haîîye gotinê.

Rûsîya hazire dora qirarkirina sînorên ermenîya-azêrîya piştgirîyê bide hevraxeberdana, bona ku pêşerojêda sînor bêne cudakirinê.

“Nava elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-da têzeke girîng hatîye dîyarkirinê: vekirina hemû rêyên êkonomîkî û transportê. Em difikirin wekî helkirina pirsgirêkêye wededirêj hema destpêka şuxulkarîya dîyarkirina sîoraye. Rûsîya hazire alîkarîya şêwirdarîyêye pêwîst bide kifşê, anegorî hîvîkirina alîya, matêrîyalên xerîtaye pêwîst bide, cêribandina xweye dîyarkirina sînora tevî welatên mayîn nîvîke”,-wezîreta Rûsîyayêye karên der daye dîyarkirinê.

Sînorxweykirên rûs li cîhên sînoraye here sert hazirin, ku her halekî sert bidine sekinandinê û îzina pevçûyîna nedin.Bona pevguhartina înformasîya, xebata îdarên Rûsîyayê, Adirbêcanê û Ermenîstanêye sînora 24 seheta tê teşkîlkirinê. Faktoreke girîng jî, ya bona rastkirina heleqetîyên ermenîya- zêrîya, usa jî ya Qafqasîya Başûr bi tormerî hildayî hema şuxulkarîya koma  xebatêye sêalîye.

Wezîreta Rûsîyayêye karên der usa jî daye dîyarkirinê, wekî Moskvayê xebata bi kel û ced alîyê koma Mînskêda jî berdewamke: “Em gumanin, wekî potênsîyala  vê formata naskirî ji serhevdahatinê dûre. Planên hemsedira ewin, ku li herêmê biqesidin û hevdîtinên  “3+2” berdewamkin”.

Ji wezîreta Rûsîyayêye karên der bîr tînin, wekî bi hemsedirtîya cîgirên serokwezîrên Rûsîyayê, Adirbêcanê û Ermenîstanê, koma xebatêye sêalî dixebite û nava encamê heyşt hevdîtina raport raber kirîye, li kîderê rêyên konkrêt, yên rîya hesinî û avtomobîla hatine dîyarkirinê, bona ku pêwandîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bidine dasekinandinê, ji kîderê jî welatên başqeva bêne girêdanê. Bi saya wê yekê, rêyên tranzît dibine yên balkêş.

Girêdayî halê dora “Sivdera Zangêzûrê”ra  sazbûyî hatîye dîyarkirinê, wekî hemû tevbûyên koma xebatêye sêalî qayîl bûne, wekî rêyên transportêye vekirî û tezesazbûyî wê bin kontrola wan welatadabin, kîjanara rê derbaz dibin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button