Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov tevî dêlêgasîya opozîsîya Sûrîyayê, ya bi serkarîya Ahmed Al Carbî rêyên helkirina krîzeya li Sûrîyayê gotûbêj kirine. Derheqa wê yekêda nava elametîya wezîreta Rûsîyayêye karên derda hatîye gotinê.
Wextê qisê fikir dora halê li Sûrîyayê û usa jî pirsên derheqa helkirina pirsgirêkêye li ser hîmê rêzolyûsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî hatine gotûbêjkirinê. Ji alîyê Rûsîyayêda hatîye îzbatkirinê, wekî ewê yektîya têrîtorîyayên Sûrîyayê biparêzin û hatîye dîyarkirinê ku cedandnên navnetewî gerekê bêne aktîvkirinê, yên bona normalkirina halê hûmanîtarîyî li Sûrîyayê.