Li Sênata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî xirabkarîyên Adirbêcanêye dijî Arsaxê hatine gotûbêjkirinê

Wextê gotûbêjkirinên Sênata Ştatên Yekbûyî, sênator Robêrt Mênêndês û Alêks Padîla sê pêşnîyarên derheqa guhartinên qanûndarîda raber kirine.
Ji wana yek ewe, wekî miqala 9O7 –a bê mîyaserkirinê, ya ku qedexe dike ku alîkarîya leşkerî bidine Adirbêcanê.
Herduyên mayîn jî bona dêpartamênta dewletê ya parastinêne, anegorî kîjana dew tê kirinê, ku înformasîyayê derheqa wê yekêda raberkin, ku têknolocîyên amêrîkîye çi cûreyî, dironên “Bayraktar” tên xebitandinê, û xebitandina wan têknolocîyaye ji alîyê welatekî sisîyada gelo teribandina qanûndarîya amêrîkî nîne?
Projeva sêemda pêşnîyar hatîye kirinê, ku raportê derheqa xirabkarîyên Adirbêcanêye dijî Arsaxê, yên wextê şerê sala 2O2O-î, raberkin, wextê kîjana têknolocîyên amêrîkî hatine xebitandinê, bombên fosfora sipî hatine xebitandinê û usa jî bombên kasêta û sîlihên qedexekirîye mayîn çawa hatine xebitandinê.
Ev pêşnîyar hevtîya tê wê raberî gotûbêjkirina Sênatê bikin.