H’emû nûçeSereke

Wezîreta karên der: xebitandina qewatêye ji alîyê Adirbêcanêda nikare dew û doza Qerebagê ji rojeva navnetewî derxe

Xebitandina qewatêye ji alîyê Adirbêcanêda nikare dew û doza Qerebagê ji rojeva navnetewî derxe. Derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan gotîye, wextê ku ewî elametîya alîkarê serokê Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv şirove kirîye.

Alîkarê serokê Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv pêşda gotibû, wekî dew û doza  Qerebagê îdî ser heva hatîye û ew paşerojêda maye.Ewî serda zêde kiribû, wekî bona Adirbêcanê Qerebag îdî sîyasîya der nîne, lê ew rojeva hundure.

“Dew û doza Qerebagê ser hevda nehatîye. Xebitandina qewatê ne tenê nikare pirsgirêkê helke, lê usa jî nikare dew û dozê ji rojeva navnetewî bide derxistinê. Ermenîstanê gelek cara  derheqa tabîya xweda elam kirîye, ya ku anegorî tabîya civaka navnetewîye”,- Vahan Hûnanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button