H’emû nûçeSereke

Feşkirina tirkî: wezîrê Tirkîyayêyî parastinê gefa duxwe: “Ermenîstan gerekê terka dijminatîyê bide û li pêşîya xwe binihêre”

Wezîrê Tirkîyayêyî parastinê Hûlûsî  Akar bi înkarkirina komkujîya  Ermenî, bi serdazêdekirina tevbûna xweye tevî agrêsîya dijî Qerebagê û Ermenîstanê, propaganda aşîtîyê belav dike û şîreta dide Ermenîstanê.

Roja salvegera şerê tirka-azêrîyaye dijî Qerebagê, Akar çûye Bekûyê û elametîyên dijî ermenîya belav kirine.

Wezîrê tirk berbirî Ermenîstanê bûye û daye dîyarkirinê, ku Ermenîstan ji sîyasîya dijminatîyê paşda bisekine û bighîje dika hevkarîyêye  “3+3”.

“ Em hêvîdarin, wekî nevsên ermenîye fermî wê ji sîyasîya niha paşda bisekinin, vê mecala dîrokî bidine xebatê, û derbazî pêşnîyara meye  “3+3” bibin”,- ewî gotîye.

Elametîya wezîrê karê dide kifşê, wekî Tirkîya dewê ji Ermenîstanê dike ku şuxulkarîya naskrina komkujîya Ermenî û cedandinên bona naskirina mafê xweqirarbûna cimeta Qerebagê bidine sekinandinê. Gelo sozdayînên wezîrê tirk wê çi cûreyîbin, derheqa wê yekêda civaka navnetewî bi mesela şerê 44 roje dît, wextê ku dijî binelîyên edil dironên leşkerî, sîlihên qedexekirî, kirêkirîyên ji rojhilata navîn anî, hatine xebitandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button