Têma wa gotî derheqa“Sivdera Zangêzûrê”da hê 9-ê mijdara sala 2O2O-î hatibû girtinê: Nîkol Paşînyan
Derheqa hevdîtina sêalîda, ya tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv hê tu pevketin tunene. Derheqa wê yekêda, wextê weşana têlêvîzîyona Ermenîstanêye Civakî, Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.
Ewî usa jî gotîye, wekî têma derheqa “ Sivdera Zangêzûrê” da hê 9-ê mijdara sala 2O2O-î hatibû girtinê.
Nava axaftina xweda Nîkol Paşînyan tabîya Rûsîyayê bilind qîmet kirîye û daye dîyarkirinê, wekî koma sêalî xebateke mezin kirîye.
Nîkol Paşînyan usa jî derheqa formata “3+3” da daye dîyarkirinê. Ewî gotîye, wekî derheqa formata “3+3” da Ermenîstanê çend roj pêşda tabîya xwe îdî daye dîyarkirinê. “Formata “3+3” gerekê nava xweda pirsên usa pêşda nekişîne, kîjan me nava formatên mayînda îdî dane qayîlkirinê”,- serokwezîr gotîye.