Endamê komîtêya parlamênta Herêma Kurdistanê Cîya Hemîd Şerîf elamî Basnews-ê kirîye, wekî spîkêra parlamêntê teslîmî komîtêya pêwandîyên navnetewî kirîye, ku dêlêgasîyayê bişînine Bêlarûsîyayê û Polonîyayê, bona ku cîda nasîya xwe bidine halê mihacirên kurd, yên ku di navbera herdu sînorada mane.Dêlêgasîya parlamêntê gerekê usa jî menîyên mîgrasîyayê bide zelalkirinê û cîda raportê hazirke.
Paşê komîtêya parlamêntê wê raportê teslîmî serokatîya parlamêntê bike û pêra jî raberî şêwira Herêma Kurdistanêye wezîra bike.
Eva îdî serê çend rojaye, ku di navbera Bêlarûsîyayê û Polonîyayê krîzeya hûmanîtarî destpê bûye, çimkî êpêce mihacir /bi taybetî yên îraqî/, nava kîjanada usa jî welatîyên Herêma Kurdistanê û yên Kurdistana Rojavayêne. Ew dicêribînin bi meremê çûyîna welatên avropî sînor derbazbin.
Pêşda serokê Polonîyayê bang kiribû ku hevdîtin pêwîste bona ku halê li ser sînor bidine zelalkirinê.
Wezîreta Polonîyayêye karên hundur elam kirîye, wekî hêzên bêqezîyabûna miletîyê derbazbûna sînore bi destê zorê paşda dane, lê hal bin kontrolêdane.