Koalîsîyona navntewîye bi serkarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya dijî DAÎŞ-ê, ya li Îraqê û Sûrîyayê, 15 lîdêrên koma têrorîstîye DAÎŞ-ê ji hebsa Hesekê cîguhastî li baza xweye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê, li Şedadîyê, kirine.
Anegorî înformasîyayên stendî, nava wan fermandarên DAÎŞ-da usa jî welatîyê Erebistana Saûdîyê Xalid Al Ênêzî, welatîyê Aljîrê Selîm Ebdil Maadî û welatîyê Fransîyayê Nîko Sabrîyo wê cîguhastî Îraqê bikin.
Hebsa provînsîya Hesekê ji alîyê hêzên Sûrîya Dêmokratîkda tê kontrorlkirinê. Li wir ji sê hezara zêdetir çekdarên DAÎŞ-ê hene. Piştî çend cêribandinên reva ji hebsê, Ştatên Yekbûyî û hêzên kurda bangî wan welata kirine, ku welatîyên xweye endamên DAÎŞ-ê derbazî cem xw bikin.