H’emû nûçeSereke

Li palata Brîtanîyayêye Olka, bi xwendina ewlin, projeya derheqa komkujîya Ermenîda hatîye qebûlkirinê

Li palata  parlamênta Brîtanîyayêye  Olka, bi xwendina ewlin, projeya derheqa komkujîya Ermenîda  hatîye qebûlkirinê. Derheqa wê yekêda ji ofîsa Data Ermenîye li Brîtanîyayê elam kirine.

“Bona pirsgirêka Ermenî îro roja dîrokîye. Îro projeya derheqa komkujîya Ermenîda, bêyî dijîderketin, hate qebûlkirinê. Xwendina mayîn wê 18-ê adara sala 2O22-a derbazbe. Em ji Tîm Lafton û hemû piştgirên vê açixîyê razîne”,- nava elametîya ofîsa Data Ermenîye li Brîtanîyayê hatîye gotinê.

Anegorî projeyê, dew ji hukumata Brîtanîya Mezin tê kirinê ku bi fermî komkujîya Ermenîye salên 1915-1923-a naskin û qedirê bîranîna cangorîya bigrin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button