SerekeSîyasî

Sê endamên komeke piştgirên Îranê wê bona êrîşa ser serokwezîrê Îraqê li ber mehkemê bisekinin

Lîdêrên şihyîên Îraqê xwe mikur hatine wekî komên piştgirên Îranêy rezedilvan êrîş birine ser serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî.

Êvara 8-ê mijdarê, serokwezîr û serokê şêwira Îraqêye mehkemê hevdîtin tevî lîdêrên şihîya derbaz kirine, bona ku gavên anegor bona milahîmkirina halê sert bêne avîtinê.

Anegorî ajansên înformasîyone cîh, lîdêrên şihîya xwe mikur hatine, wekî hinek komên çekdara, yên nêzîkî Îranê tevî wê êrîşê bûne. Ew usa jî qayîl bûne, ku ‘wê sê rezedilvanên xwe teslîmî hukumatêkin, yên ku tevî wê êrîşê bûne.

Kanala Kurdistan 24-ê elam kirîye, wekî lîdêrên şihîya sirîya xweda dew kirine ku wan merivên ji hêzên bêqezîyabûnê li ber mehkemê bidine sekinandinê, yên ku agir kirine û nava encamên wê yekêda protêstokirek hatibû kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button